Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn 2024-05-20 15:12:40 AMED - Di erdhejê de li Apartmana Dundarê ya li Amedê 37 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Li her du mitehitên apartmanê 13 sal û 4 meh cezayê hefsê hate birîn.  Di erdhejên navenda wan Mereşê de li Apartmana Dundarê ya li Taxa Şeyh Şamîl a li navçeya Rezan a Amedê 37 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Derheqê bûyerê de ji ber sûcê “Bi qisûra zanebûn bûne sedema mirin û birîndarbûnan” û bi daxwaza 22 sal 6 mehan doz li mitehitên apartmanê Îlhamî Dundar û Sercan Erbey hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dundar û Erbey li girtîgeha lê tên ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Parêzerên bersûc û gilîkeran jî di danişînê de amade bûn.   Parêzerê Erbey îdia kir ku tu berpirsyartiya miwekîlê wî di mirinan de nîne û xwest bê beraetkirin. Parêzerê Erbey xwest ku ji sûcê “Kuştina bi qisûra biçûk” ceza lê were birîn. Parêzer, got ku miwekîlê wî beriya avahî dewrî mitehitê duyemîn bike, daîre firotiye malbat û xizmên xwe û ev yek weke îspata îdiaya xwe nîşan da. Parêzerê Erbey xwest miwekîlê wî bê beraetkirin.    Sercan Erbey jî di parastina xwe de got ku avahî heta qata 5’an wî çêkiriye û yên din wî çênekirine.    Girtiyê din Îlhamî Dundar jî îfadeyên xwe yên berê dubare kir û daxwaza beraeta xwe kir.    Ji parêzerên gilîkeran Yûsûf Çakas xwest peywirdarên cemaweriyê yên qisûra wan heye jî bên tespîtkirin û bên cezakirin.    Dadgehê ji ber sûcê “Bi qisûra zanebûn bûne sedema mirinê” li her mitehitekî 16 sal cezayê hefsê birî. Dadgehê ji ber “Halbaşiyê” cezayê wan daxist 13 sal û 4 mehan. Dadgehê daxwaza tehliyeyê ya bersûcan red kir û ji bo xwediyê erd biryara beraetê da.