Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê 2024-05-20 15:49:17 AMED - Doza 9 kesên li Bismilê ji ber nelihevkirina ser erdî hatibûn kuştin, bi hinceta “ewlehiyê” li Konyayê hate veguhestin.    Di 15’ê hezîrana 2023’yan de malbatên Alyamaç û Taş li gundê Şîdada yê navçeya Bimil a Amedê ji ber nelihevkirina ser erdî bi şer çûn û di şer de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber bûyerê 17 jê girtî bi giştî 31 kes tên darizandin. 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdianameya dozê mehek berê qebûl kir û ji bo doz li bajarekê din bê lidarxistin, daxwaza veguhestinê kiribû.    Wezareta Dadê jî bi sedema ku dijminatiya di navbera malbatan didome û hemû tevdîrên di dema danişînê de dê kêm bimînin, biryar da ku doz li bajarekî din bê veguhestin.    Heke doz li bajarekê din bê lidarxistin, tenê bersûcên dozê, beşdar, mexdûr, gilîker û şahid dikarin tev li bibin, bi rêya SEGBÎS’ê dikare îfadeyên wan bên girtin û danişîn dikare bêyî temaşevanan bê lidarxistin. Bi vê sedemê jî doz veguhest Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê.