Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome 2024-05-20 16:08:14 STENBOL - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ku çûn serdana Selahattîn Demîrtaş, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê peyama têkoşîna hevpar dan.   Piştî eşkerekirina biryarên Doza Kobanê, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, çûn Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê serdana Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku 42 sal ceza lê hatibû birîn.  Piştî serdanê bi beşdariya gelek kesan li ber girtîgehê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.   Tulay Hatimogullari diyar kir ku cezayên giran li kesên di têkoşîna yekbûyî de israr dikin hatiye birin û destnîşan kir ku Doza Kobanê dozeke komplo û tolhildaneke siyasî ye. Hatîmogûllarî got: “Li Tirkiyeyê, li şoreşgerên çep û sosyalîst ên bi gelê kurd re di nava piştevaniyê de ne û di çareseriya pirsgirêka kurd de bi rêbazên demokratîk û aştiyane israr dikin û têkoşîna yekbûyî ya demokratîk diparêzin, cezayên giran hatiye birin. Ez careke din diyar dikim ku dema me serdana her du hevserokên xwe kir, me dît ku moralê wan gelekî bilind e."   Hatimogullari diyar kir ku rewşa Demirtaş baş bûye û dozê bi sekneke baş dahûrandiye û wiha got: "Rêzdar Selahattin Demirtaş wekî duh îro jî bi heman helwest û motîvasyonê ye. Vê biryarê bi qasî serê derziyê jî nikaribûye bi hevrêyên me Figen û Selahattîn paş de gav biavêje."    Hatîmogûllariyê wiha domand: "Hemû hevalên me yên hatin cezakirin û hemû hevalên me yên parastin kirin bi awayekî bi rûmet gotin ku 'Darizîna Kobanê Doza Kumpasê ye.' Yên di Doza Kobanê de ev biryar girtin, bila zanibin ku ji bo DAIŞ’ê û zîhniyeta wê tevgeriyane. Bi vê hişmendiyê hevalên me bang li hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dikin. Îro em dixwazin li vir vê peyamê bidin; Hevserokên me Demîrtaş û Yuksekdag vê peyam dan hemû Tirkiyeyê; 'Em di hundir de bi coş in, em silav û hezkirinên xwe ji her kesî re dişînin. Yên li derve jî bi dengekî bilind peyam dan ku divê ji têkoşîna demokrasiyê ya herî biçûk jî paşve gav neavêjin û bi hev re bin.' Dixwazim careke din bibêjim ku hêja Selahattin Demirtaş îro bi hestên xwe yên herî jidil hemû silav û hezkirinên xwe ji we, xebatkarên çapemeniyê û hemû gelên Tirkiyeyê re ragihandin. Pir baş bûn, xwedî moraleke bilind bûn. Têkoşîna me ya hevpar heta ku em wan kelûpelên hesin ên li derve û yên li hundir, wan dîwarên sar, wan dîwarên ku ji bo mebestên siyasî hatine çêkirin hilweşînin wê bidome.”   ‘EM VÎ CEZAYÎ NAS NAKIN'   Paşê Tuncer Bakirhan axivî. Bakirhan jî got: "Helbet gava mirov dibêje Kobanê, berxwedan tê bîra mirov. Ev têkoşîn û berxwedan li hemberî kê ye? Em behsa têkoşîneke hevpar a kurd, ereb û gelen Tirkiyeyê ya li hemebrî DAIŞ'ê dikin. Serketineke hevpar bi dest xistin. Diviyabû ev serketin li Tirkiyeyê bihata pîrozkirin, lê mixabin wê veguherandin amûreke darazê. Wer xuya ye têkçûyîna DAIŞê hin kesana ciz kiriye. Li Rojhilata Navîna zadiya jinê hin kesan nerihet kiriye. Ên wê demê piştgirî dan gelê Kobanê, bi dozeke kumpasê hatin darizandin û cezakirin. Beriya ehr tiştî em dibêjin, em vî cezayî nas nakin. Kurd, kedkar, jin û gelen Tirkiyeyê wê vî cezayî nas nekin."    Bakirhan û Hatîmogllariyê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê peyama têkoşîan hevpar dan.     Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê pirsen rojnamevanan bersivandin.