Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne! 2024-05-20 16:15:36 ENQERE - Wezareta Dadê bersiv da pêşnûmeya DEM Partiyê û îdia kir ku hemû girtî ji mafê axaftina bidîmen sûd digirin. Li girtîgehan bi giştî 282 hezar û 709 hikûmxwar hene lê wezaretê îdia kir ku bi ser 500 hezar hikûmxwaran ji vî mafê xwe sûd digirin.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin di 27’ê kanûna 2023’yan de têkildarî mafê axaftina bidîmen ê girtiya pêşnûmepirsek dabû Meclisê û xwestibû Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne. Midûriyeta Giştî ya Mewzûatan a girêdayî wezaretê di 14’ê gulana 2024’an de bersiv da pêşnûmepirsê.    Di bersivê de xalên mewzûatê hatin rêzkirin û hat îdiakirin ku di navbera girtiyan de cihêkarî nayê kirin. Hat îdiakirin ku sazî û dezgehên neteweyî-navneteweyî bêyî agahiyê bidin an jî dema agahiyê didin diçin serdana girtîgehan, serlêdanên ji hêla girtiyan an jî rêxistinên civaka sivîl ve tên kirin bi baldarî tên lêkolînkirin û derheqê peywirdarên xemsariya wan heye lêpirsînên qanûnî tên kirin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku ji bo “endamên rêxistinên teror û sûc” ji van mafan sûd bigirin, înîsiyatîf di destê Lijneya Îdare û Çavdêriyê de ye.    DANEYAN HEV NEGIRTIN   Midûriyetê bersiva pirsa “Li kîjan girtîgehan binesaziya axaftinên bidîmen heye?” neda. Ji bo pirsên “Di sala 2023’yan de çend girtiyan ji vê pergalê sûd girtine? Ji van girtiyan çend jê ji ber sûcên edlî û çend jê ji ber sûcên siyasî tên ragirtin? Bi giştî çend axaftinên bidîmen hatine kirin?” jî ev bersiv da: “Ji 30’ê çileya 2024’an ve li girtîgehan zêdetirî 550 hezar hikûmxwaran ji mafê hevdîtina bidîmen sûd girtin û bi ser 145 milyon caran hevdîtin hatine kirin.”    Wezaretê got bi ser 550 hezar hikûmxwar ji vî mafî sûd digirin lê li gorî îsatatîstîkên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan ên 2’yê gulana 2024’an; li girtîgehan bi giştî 329 hezar û 151 girtî û hikûmxwar hene. Li gorî heman îstatîstîkan hejmara hikûmxwaran jî 282 hezar û 709 e.    ‘WEZARETÊ ZILM PARAST’   Bêrîtan Guneş Altin bersiva wezaretê nirxand û wiha got: “Di pergaleke ku bi hezaran girtiyên nexweş di girtîgehan de tên ragirtin, girtiyên cezayê xwe temam kirine nayên tehliyekirin, ji ber nasnameya xwe ya siyasî nikarin ji mafên tenduristiyê gelek mafên din sûdê bigirin de gotina ‘cihêkarî tune ye, her tişt dikarin bên çavdêrîkirin û her tişt di rê de ye’ parastina vê zilmê ye. Ev tê wê wateyê ku faîlê vê zilmê wezaret bi xwe ye.”    MA / Firat Can Arslan