2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir 2024-05-23 15:56:13 AMED - Starta 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê li Amedê dest pê kir. Eleqeyeke zêde ji bo fuarê heye.    2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê bi pêşengiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û bi hevkariya Rêxistina Fuara Mezopotamyayê li Amedê dest pê kir. Fûar, li Navenda Fûar Kongreyan a Mezopotamyayê ya li navçeya Peyas a Amedê tê lidarxistin û dê heta 26’ê mehê bidome. Şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên li bakurê Kurdistanê, komele, saziyên otel û tûrizmê hwd. di fûarê de stand vekirin û taybetmendiyên bajarên xwe dan nasîn. Hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê û herêmên din beşdarî fûarê bûn. Solîstên Koma Ma Musicê Welat Tayfûr û Sarya Ertaş beriya axaftinan stran gotin.    Di destpêka fûarê de endamê Lijneya Rêveberiya Yekitiya Ajansên Geştûguzariyê yên Tirkiyeyê (TURSAB) Mehmet Akyil axivî. Akyil diyar kir ku fûar ji ber erdheja mezin a par nehat lidarxistin û got ku ew li bendê ne ku fûar ji bo pêşxistina tûrîzma herêmê bibe alîkar. Akyil, bi lêv kir ku Mezopotamya xwedî dîrokeke bêhempa ya 12 hezar salî ye û ji gelek aliyan ve xwedî potansiyeleke mezin e.     ‘EM DIXWAZIN EV FÛAR BIBE FUARA TEVAHIYA MEZOPOTAMYAYÊ’   Serokê Lijneya DTSO’yê Mehmet Kaya jî keyfxweşiya xwe ya bi tevlibûna hevşaredaran anî ziman. Kaya, da zanîn ku di fûarê de ji bo nûnerên 104 parêzgeh, navçe û şîrketan stand hatiye vekirin û wiha got: “Di van qadan de li cîhanê pêşbaziyeke mezin heye. Weke DTSO’yê em xebatên xwe yên li ser gastronomî, çand û tûrîzmê esas digirin. Em dixwazin ev fuare bibe fuara hemû Mezopotamyayê.”   Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî fuar weke dîrokî pênase kir û got ku cihê herî berhemdar a herêma Hîlala Zêrîn, xaka Kurdistanê ye. Şedal, hêvî kir ku fuar bibe wesîleya aştiya civakî, edalet û demokrasiyê.    BANGA XEBATA HEVPAR   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî daxuyand ku jinan fuar dewlemend kirine. Bucak, wiha domand: “Ji bo pêşxistina çavkaniyên vê erdnîgariyê berpirsyariyeke me ya mezin heye. Li vê erdnîgariyê bihgeha jiyaneke adilane û wekhev dikare bê afirandin. Divê em çanda demokrasiyê ya vê erdnîgariyê ji bîr nekin. Em dixwazin bi hemû dînamîkên bajêr re li vir bi perspektîfên rast werin cem hev. Werin em bi hev re zemîna tûrîzmê ya herêma xwe geş bikin. Li herêmê em piştgiriyê didin tûrîzma ku nirxên vê erdnîgariyê dihewîne û ez banga bihevre xebatê dikim.”   Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî got ku ji bo pêşketina turîzmê hewcehî bi aramiyê heye. Tanrikulu, nehatina walî ya fuarê jî rexne kir. Tanrikulu da zanîn ku ji bo bi şaredariyên partiya xwe re hevkariyê bikin, dê bi erka xwe rabin.   Piştî axaftinan, starta fuarê hate dayîn û stand hatin ziyaretkirin.