Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn 2024-05-23 16:07:34 WAN - Şaredariya Rêya Armûşê Bîstanê Bajar ê Denîz Poyraz vekir û şitlên ewil hatin danî.    Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê li Taxa Hatuniyeyê Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz ava kir. Ji tevahiya pêvajoya hilberandin û lênihêrînê yên bîstanê hatiye avakirin dê 9 jin berpirsyar bin.    Bîstan îro hate vekirin. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulşen Kurt, Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay û gelek jin tev li bûn.    Uzunay, di vekirina bîstan de wiha got: “Dê projeya me ya bîstanên bajar û projeyên jinan bidomin. Hevalên jin dê bi saya berhemên diçînin debara xwe bikin. Dê jin hilberînin û ji hêla aborî ve sûdê jê bigirin.”    Piştî axaftinan bîstan hate vekirin û şitlên destpêkê hatin danîn.