Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2024-05-23 16:20:44   ENQERE - Cîgira Şaredarê Çankayayê yê berê Kîraz Gulsun Bor Guner bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Cîgira Şaredarê Çankaya ya Enqereyê yê berê Kîraz Gulsun Bor Guner (50) bi awayekî guman ji şaneşîna mala xwe ket û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Guner ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Enqereyê.    Guner ku ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2014’an heta yên 2024’an peywira cîgirtiyê dikir, di hilbijartinên 31’ê Adarê de bûbû namzeta CHP’ê ya navçeyê.