Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir 2024-05-23 16:38:17 MANÎSA - Zarokê 17 salî Eren Ural ku li navçeya Somayê di çarçoveya MESEM’ê de weke stajyer dihat xebitandin, ji înşaetê ket û jiyana xwe ji dest da.    Zarokê bi navê Alperen Eren Ural ku li navçeya Soma ya Manîsayê di çarçoveya Navenda Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) de weke stajyer dihat xebitandin, ji ber tevdîrên nehatin girtin, dema boruyên gaza xwezayî radixist ji înşaetê kete xwarê. Ural ku bi giranî birîndar bû, piştî 5 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Li gorî daneyên Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG); 336 xwendekar dema li MESEM’an dixebitîn qeza derbas kirin û herî kêm 9 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.