Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin 2024-05-23 16:49:34   DÊRSIM - DEM Partî ji bo hilbijartina Bajarokê Periyê ku dê di 2’yê hezîranê de bê dubarekirin, mal bi mal xebatên hilbijartinê dimeşîne.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartina Şaredariya Bajaroka Periyê ya navçeya Mazgêrt a Dêrsimê ku dê di 2’yê hezîranê de bê dubarekirin, xebatên xwe didomîne. DEM Partiyê îro xebatên xwe li gundê Sorekê domand. Namzetên hevşaredariyê Nacie Aslan û Orhan Çelebî bi şêniyên gund re civiyan.    Namzetên hevşaredaryê li pirsgirêk û daxwazên gel guhdarî krin. Welatiyan soza piştevaniyê dan partiyiyan.