Piştî 30 salan hat berdan 2024-05-23 18:06:02   ERZIROM – Girtî Mehmet Ayçiçek ê piştî 30 salan hat berdan, got: "Mesele ne azadiya fizîkî ye, azadiya zihnî ye."   Mehmet Ayçiçek ku di sala 1994'an de li navçeya Elbistan a Mereşê hat girtin û cezayê muebedê lê hat birin, îro ji Girtîgeha Hejmar 2 a Dûmlû ya Erzimorê derket. Ayçiçek li ber girtîgehê ji aliyê DEM Partî û rêveberiya DBP'ê ya bajêr û malbata xwe ve bi tilîliyan hat pêşwazîkirin.   Ayçiçek ku li vir axivî, got: "Em derketin derve, lê mesele ne azadiya fizîkî ye, azadiya zinhî ye."    Ayçiçek tevî malbata xwe ber bi Dîlokê ev bi rê ket.