Li Liceyê bi ser malan de hate girtin 2024-05-24 13:20:06   AMED - Li gundên navçeya Liceyê bi ser gelek malan de hate girtin û herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de li gundên Qeledar, Çemê Elîkan û Kelayê yên navçeya Lice ya Amedê de hate girtin. Di serdegirtinên malan de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin. Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Yilmaz Şîmşek û kurê wî Yûsûf û Mehmet Şîmşek, Abdullah Akdogan û Abdurrahman Demîrok.” Navên 3 welatiyan jî nehat zanîn.