Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin 2024-05-24 16:41:39   MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê têkildarî lêpirsîna kuştina cerdevan Engîn Aslan 2 kes hatin girtin.    Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 18’ê gulanê de cerdevan Engîn Aslan (35) bi awayek mirî hatibû dîtin. Der barê kuştina Aslan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. 8 kes hatibûn binçavkirin û karûbarên îfadedayîna li leşkeriyê qediya. Ji 8 kesên ku birin edliyê A.A. û M.A. ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ve hatin girtin. Her 6 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.