Rejîma Îranê kolberek qetil kir 2024-05-29 13:24:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên girêdayî rejîma Îranê li bajarê Baneya rohilatê Kurdistanê kolberek qetil kirin.    Li Baneya Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de ciwanek kurd ê kolberiyê dikir jiyana xwe ji dest da. Li gor nûçeya Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, duh li devera sinorî ya Hengejal a ser bi bajarê Baneya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê gule li komekî kolber barandin.   Hat gotin di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de kolberê bi navê Sîna Resûlzade (19) yê xelkê Serdeştê jiyana xwe ji dest da. Herwiha ji serê meha gulanê ve herî kêm 9 kolber û kasibkarên kurd di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane. Piraniya bûyeran jî li devera sinorî ya Bane rû dane. Ji destpêka salê ve jî 36 kolber, kasibkar û welatî li derdora sinor, di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane, her wiha zêdetirî 215 kes jî di van êrişan de birîndar bûne.