Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin 2024-05-29 15:26:16   MÊRDÎN - Li Qoserê B.A. ya 21 salî li mala xwe bi awayek birîndar hat dîtin û ew rakirin nexweşxaneyê.    Li taxa Tamaç a navçeya Qosera Mêrdînê B.A. ya 21 salî îro saetên nîvro li mala xwe bi awayek birîndar hat dîtin. Hat diyarkirin ku hewl daye xwe bikuje û lê malbat pê hesiyaye û tîmên tenduristiyê hatine wê rakirine nexweşxaneyê. Hat îdiakirin ku vê jinê hewl daye întîhar bike. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.    Hat zanîn ku rewşa jina birîndar giran e û li nexweşxaneyê tedawiya wê didome.