TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist 2024-05-29 16:25:18   MÊRDÎN - TJA di çarçoveya  kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de li Mêrdînê “Komxebata Xwendinên Heqîqetê” li dar xist.    Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de li tesîsekî gundê Xursa navçeya Qosera Mêrdnê “komxebata xwendinên heqîqetê” li dar xist. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûner û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên TJA’yê, Parlamentera Mêrdînê Saliha Aydenîz û gelek kes tev li komxebatê bûn. Komxebata bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê hatiye li dar xistin, bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.    Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz bal kişand ser tecrîda girankirî û anî ziman ku fikr û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan belavî tevahiya cîhanê bûne, her kesek ji bo azadiya Ocalan di çalakiyê de ye û wiha got: “Divê em fikrên Rêberê Gelê Kurd zindî bigirin.”    Aydenîz “Meşa Azadiyê ya bi daxwaza azadiya Ocalan hatiye kirin bi bîr xist û diyar kir ku çareseriya pirsgirêkan li Îmraliyê ye û got ku divê deriyên Îmraliyê werin vekirin.    Piştî axaftinan nivîsên ku ji pirtûkên Ocalan hatine komkirin, wek kurdî û tirkî hatin xwendin. Komxebat bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.