Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê 2024-05-29 20:30:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên protestokirina êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê de, hat destnîşankirin ku serketiyê şer tüne ye tenê bazirganên çekan bi ser diketin û wiha hat bangkirin: "Komkujiya li Filistînê bidin sekinandin."    Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê ku di 7'ê Cotmeha 2023'yan de dabûn destpêkirin didomin. Di êrişan de herî kêm 15 hezar û 328 zarok, 10 hezar û 171 jin û bi giştî 36 hezar û 171 filistînî hatin qetilkirin û 81 hezar û 420 kes jî birîndar bûn.    Piştî Îsraîlê êrişî Kampa Refahê kir ku filistînî tê de diman, bertek mezin bûn. Li gelek bajaran êrişên ÎSraîlê hatin şermezarkirin.    AMED   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, têkildarî êrîşa dewleta Îsraîlê ya li dijî Kampa Konan a Refahê kirî, li Parka Rojava ya navçeya Peyasa Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankartên “Li Filistînê mirovahî tê qetilkirin û em nikarin bê deng bimînin” û “Li Filistînê qetlîeman bidin sekinandin û aştiyeke bi rûmet ava bikin” hatin vekirin. Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya, hevşaredarên navçeyên navendî, hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.   Serokê Yapi Yol-Sen’ê Mûrat Demîr ku metna daxuyaniyê xwend, anî ziman ku Rojhilata Navîn bi şerên wekaletê yên hêzên emperyalîst vediguhere qada pêşbaziyê, her roj komkujiyeke nû li komkujiyên sivîlan tê zêdekirin. Demîr, da zanîn ku herî dawî di êrîşa li ser bajarê Refahê ya Filistînê de, li hemberî konên ku sivîlên ji ber şer reviyane û koçber bûne, li ber çavê hemû cîhanê komkujiyeke hovane hate kirin û wiha got: “Bi sedan jin û zarokan ji ber gulebaranê jiyana xwe ji dest dan. Em bang li hemû gelan dikin ku li cem gelê Filistînê bin, hevgirtina gelan mezin bikin û bibin dengê gelên bindest. Şermezarkirina komkujiyan ne çareserî ye, çareserî nîşandana îradeya gelan a ji bo jiyana hevpar e.”   Dû re parlementer Adalet Kaya axivî û bal kişand ser giraniya şer a li ser jinan. Kaya, anî ziman ku şer hertim bandora herî neyînî li ser jin û zarokan dike û wiha got: “Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li dijî şerên pergala mêrsalar bibin yek û têbikoşin. Bijî gelê kurd, bijî gelê Filistînê.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî biratiya gelan” bi dawî bû.   MÊRDÎN   Hevseroka Tumbel-Senê Gulbîn Oner di daxuyaniya der barê êrîşên Israîlê yên li hember Fîlîstînê de axivî û got: “Êrîşên tên kirin ji nirxên mirovahiyê bêpare û hovîtiyê tesmîl dike. Divê demildets dawî li êrîşan bê û çareserî esas bê girtin.”   Hevseroka Tumbel-Sen a Mêrdînê Gulbîn Oner daxuyanî xwend.  Gulbînê da zanîn ku hikûmeta Israîlê bi piştgiriya ku ji hêzên emperyalîst ya navneteweyî digire êrîşan dîdomîne û komkujiya tê jiyîn bibîr xist. Gulbînê di daxuyaniyê da zanîn ku êrîşên tên kirin ji nirxên mirovahiyê bêparin û hovîtiyekê tesmîl dike. Gulbînê her wiha ev tişt anî ziman: “ Israîl sûcê şer û mirovahiyê dike.Yên di şer de biser dikevin bazirganin.  Yekane riya  aramiyê aştiye. Divê Israîl demildest dawî li êrîşan bîne.   ÊLIH   Li Êlihê jî Platforma Ked û Demokrasiyê  daxuyanî da. Li ser navê platformê serokê Petrol-Îşê Veysel Kartal daxuyanî xwend. Vesysel destnîşan kir ku Israîl bi piştgiriya ku ji hêzên emperyalîst ya navneteweyî digire sûcê mirovahiyê dike û wiha got: “Di êrîşan de bi dehan mirov hatine qetilkirin û gelek kes birÎndar bûne. Em komkujiyê lanet dikin. Em ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran re şifayê dixwazin. Aşkeraye ku Israîl sûcê şer dike.Hovîtiyê temsîl dike û ji nirxên mirovahiyê bêparin. Divê dorpêşa li gelê Fîlîstînê bê rakirin. Kesên ji şer destkeftiyê digirin bazirganên şer in. Divê demildets êrîş bên rawestandin. Em ê piştevaniya xwe ya bi gelê Fîlîstînê re bilind bikin.”