Jinek û sê zarok hatin qetilkirin 2024-05-30 11:42:30   STENBOL/BURSA - Li navçeya Beyoglûyê jineke nasnameya wê nehat zanîn li naverasta kolanê ji hêla zilamekî ve hate qetilkirin. Li Bursayê jî zilamekî 3 zarokên xwe qetil kir.    Li Haskoy a navçeya Beyoglû ya Stenbolê jinek hate qetilkirin. Nasnameya jina hatiye qetilkirin nehat zanîn û hat diyarkirin ku dema li kolanê dimeşiya rastî êrişa çekdarî hatiye. Zilamê êriş kirî piştre hewl da întîhar bike.    Komên tenduristiyê yên hatin cihên bûyerê diyar kirin ku jina nasnameya wê nediyar jiyana xwe ji dest daye. Zilamê bi giranî birîndar bûyî jî rakirin nexweşxaneyê.    BURSA    Li navçeya Nîlûfer a Bursayê jî zilamê bi navê Mûrat Kiliç, zarokên xwe Zeynep, Asli û Muhammet Alî Kiliç qetil kir. Kujer piştre jî li emniyetê geriya û li xwe mikûr hat ku zarokên xwe qetil kiriye. Piştî lêkolîna Serdozgeriya Komarê, cenazeyên her sê zarokan ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tipa Edlî ya Bursayê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.