Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin 2024-05-30 11:53:00   MÊRDÎN - Di doza têkildarî kuştina amûrsaz Yûsûf Akin a di dema operasyona leşkerî de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin. Prz. Erdal Kûzû diyar kir ku rapora ji aliyê midûriyeta polîsan ve were amadekirin dê objektîf nebe.    Amûrsazê bi navê Yûsûf Akin di 20’ê kanûna 2011’an de di operasyona leşkerî ya li çoltarê gundê Deyrcem ê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya di sala 2011’an de hate kuştin û Mehmet Eren jî birîndar bûbû. Têkildarî bûyerê derbarê 5 leşkeran de doz hatibû vekirin. Di encama darizandinê de dadgeha herêmî ji bo leşkeran biryara beraetê dabû. Biryara beraetê ji aliyê Dadgeha Destûr a Bingehîn (AYM) ve bi hinceta “mafê jiyanê hatiye binpêkirin” hatibû xera kirin. Danişîna 6’emîn a doza di 15’ê îlona 2022’yan de jinûve destpêkir, îro li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Li ser navê şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê parêzer Erdal Kûzû tev li danişînê bû. Leşkerên bersûc cendirmeyên tevgera taybet Kadîr Engîn O., Şenol T., Bahattîn Y., Yûsûf Ertûgrûl K. û Dogan G. û parêzerên wan hincet nîşandan û tev li danişînê nebûn.     PIŞTÎ 13 SALAN KEŞF HATE KIRIN    Piştî tespîta nasnameyan ewraqên li dosyayê zêdekirin hatin xwendin. Di navbera danişînê de hate diyarkirin ku li cihê bûyerê keşf hatiye kirin lê rapora kesê pispor hêj ji dadgehê re nehatiye şandin. Bi vî awayî piştî 13 salan di dosyayê de keşf hate kirin.    Kûzû, bal kişand ku weke parêzerê dosyayê bêyî wî keşf hatiye kirin û wiha got: “Em keşfa ku bêyî me hatiye kirin qebûl nakin. Hinceta me mafdar bû. Em difikirin ku bingeha qanûnî ya neqebûlkirina hinceta me ya ji aliyê dadgehê ve nîne. Her wiha me tespît kir ku ji bo amadekirina rapora kesên pispor dosya radestî peywîrdarên midûriyeta polîsan hatiye kirin.”   Kûzû, da zanîn ku rapora kesê pispor a dê ji aliyê midûriyeta polîsan ve were amadekirin dê objektif nebe û wiha domand: “Di vê rewşê de em daxwaz dikin ku delîlên hatine bidestxistin bi aşkirayî ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê re bên şandin da ku keşfa ku di dawiyê de pêk hatiye tevkariyê li aşkerakirina rastiya madî bike.”   DANIŞÎN TALOQÎ 15’Ê COTMEHÊ HATE KIRIN    Dozgeriyê jî di mijara rapora ji ATK ya Stenbolê biryar ji dadgehê re hişt. Şandeya dadgehê, diyar kir ku di rapora krîmînalê de bûyer di encama guleberdana ji nêz ve pêk hatiye lê di navbera beyanan û raporê de nakokî hene. Şandeyê ji bo mijara mesafeya guleberdana ku bûye sedema birîndarkirina Mehmet Eren were diyarkirin biryar da ku ji bo rapora were amadekirin dosya ji ATK ya Stenbolê re were şandin û danişîn taloqî 15’ê cotmehê kir.