Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin 2024-05-30 12:06:07   RIHA - Cenazeyê Senem Han a 14 salî ku ji roja înê ve agahî jê nedihat girtin, di kanala avdaniyê de hate dîtin.    Zaroka 14 salî Senem Han a di 24’ê gulanê serê sibê ji mala xwe ya li taxa Karşiyaka ya navçeya Halîliyeya Rihayê derketibû derve û ev 7 roj in tu agahî jê nedihatin girtin. Cenazeyê zaroka winda di kanala avdaniyê ya li navenda navçeyê de hate dîtin.    Di dîmenên herî dawî yên Hanê de hat diyarkirin ku li Taxa Karşiyakayê li derdora kanala avdaniyê de hatiye dîtin. Di kar û xebatên ji bo peydakirina Hanê li kanalê de hatine kirin de cenazeyê Hanê hate dîtin. Cenazeyê zarok ji bo karûbarên otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Rihayê.