Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin 2024-05-30 13:08:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên dewleta tirk gundê Sergelî yê Amediyeyê bombebaran kirin. Hat zanîn ku deverên nêzî qadên sivîlan hatine bombebarankirin.    Êrişên dewleta tirkên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Rojnewsê; balafirên şer ên dewleta tirk îro gundê Sergeliyê yê li devera Nihêlê yê Amediye ya Dihokê bombebaran kirin. Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku cihên hatine bombebarankirin nêzî cihên niştecihbûnê ne û ziyan gihiştiye jîngehê. Têkildarî ziyanan agahî nehatin bidestxistin.    Hat ragihandin ku balafirên dewleta tirk di van kêliyan de jî li ser herêmê digerin.