Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye! 2024-05-30 13:44:05   ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bersiv da pêşnûmeya têkildarî qedexeyên ser zimanê kurdî. Kurtulmuş îdia kir ku gotina “Di girtekên Meclisê de axaftinên bi kurdî weke ‘X’ tê nivîsandin” nêrîneke “şexsî” ye.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulderen Varli bi daxwaza ku Wezîrê Perwerdeyê Yûsûf Tekîn bibersivîne, di 14’ê gulanê de têkildarî qedexeyên li ser zimanê kurdî pêşnûmepirsek da Meclisê. Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku polîtîkayên yekperestiyê yên di qada perwerdeyê de li dijî zimanê kurdî tên meşandin didomin. Her wiha hat gotin ku dema parlamenter li Meclisê bi kurdî diaxivin mîkrofon tê girtin û kurdî di girtekan de weke “Zimanê X” tê nivîsandin.    ÎDIAYA 'NÊRÎNA ŞEXSÎ’ YE   Pêşnûmepirs li parlamenter Varli hate vegerandin. Di 28’ê gulanê de bi îmzeya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bersiv hate dayîn. Di bersivê de hate îdiakirin ku pêşnûmeya bi naveroka “qedexeyên li dijî zimanê kurdî” li dijî “rêziknameya meclisê ye.” Di heman demê de ji bo hevoka “Dema parlamenter li Meclisê bi kurdî diaxivin mîkrofon tên girtin û her peyva bi kurdî weke ‘Zimanê X’ tê qeydkirin” jî îdiaya “Nêrîna şexsî hatiye parvekirin” hate kirin. Di bersivê de temamiya hevokê nehat dayîn û weke “hevoka çaremîn a çarîna yekemîn a beşa ketina pêşnûmeyê” hat nivîsandin.