Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin 2024-05-30 14:10:53 ENQERE - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyê siyasî yê kurd Anvar Chaleshi ku bi nexweşiya penceşêra kolonê ye, piştî ku Rêxistina Îstîxbaratê ya Mûhafizên Şoreşê destûra wî ya tenduristiyê asteng kir, li nexweşxaneyeke li Ûrmiyeyê bi kelemçekirî tê ragirtin.    Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) girtiyê siyasî Anvar Chaleshi yê 50 salî di 2’yê kanûna 2020’an de birin baregeha Rêxistina Îstîxbaratê ya Mûhafizên Şoreşê (IRGC) ya El Mehdiyê. Chaleshi piştî îfadeya wî ya ewil di sala 2021’an de sewqî Girtîgeha Navendî ya Ûrmiye ya Îranê hate kirin. Chaleshi di kanûna 2021’an de bi hinceta endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) ye bi sûcdariya “li dijî ewlehiya netewî tevgeriya ye” ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îslamê ya li bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê 7 sal cezayê hefsê lê hate birîn.    TEVÎ RAPORÊ JÎ NAYÊ BERDAN    Chaleshi, yê li girtîgehê bi penceşêra kolonê ket, di encama rewşa wî ya tenduristiyê xerab bû beriya hefteyekê sewqî Nexweşxaneya Hûmeynî hate kirin. Hate diyarkirin ku ji ber IRGC’yê destûra wî ya tenduristiyê astengkiriye li nexweşxaneyê bi awayekî kelemçekirî tê ragirtin. Tevî ku bijîjkê Chaleshi rapora nikare di girtîgehê de bimîne daye jî berdana wî ya bi şert û destûra wî ya tenduristiyê tê astenkirin.