Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir 2024-05-30 14:14:35   STENBOL - Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îşê Tûrgût Dedeoglû ji bo bernameya 6’emîn salvegera Yenî Yaşamê banga tev li bûnê kir.    Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî û Weşangeriyê (Basin Îş) Tûrgût Dedeoglû ji bo bernameya 6’emîn salvegera Yenî Yaşamê, banga tev li bûnê kir. Dedeoglû diyar kir ku yên ku ji bêhiqûqiya Tirkiyeyê re rû bi rû dimînin yek jî rojnameger in. Dedegolû banga tev li bûna bernameyê kir û wiha got: “Taybetî jî herî zêde kevneşopiya çapemeniya azad rastî van zextan tên. binçvakirin, astengkirina nûçeyan, zextên polîsan, darizandinên demdirêj, girtinên demdirêj dibin amûrekî cezakirinê. Tevî hemû êrişan ên ku kevneşopiya rojanmegeriyê didomînin hûn in. Hûn bêyî fikarên ku dê kê çi bêje çêkirina nûçeyan didomînin û dizanim hûn ê bidomînin jî. Baş e ku hûn hene û jiyana me nirxdar dikin.”    DERBARÊ BERNAMEYÊ DE   Bername dê di 2’yê hezîranê saet 19.00’an de li Eywanana Bagozîçî ya Navenda Kongre û Çandê ya Baglarbaşî ya Şaredariya Uskudarê, bêpere were lidarxistin. Bername dê bi sînêvîzyonê dest pê bike û Baran Bozyel û Kasim Taşdogan jî dê derkevin ser dikê.