Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand 2024-05-30 16:19:48   WAN - Cerdevanê bi navê Bişar Atli ku M.Ş. revandibû û êrişa zayendî lê kiribû, hate tehliyekirin. Xizmên M.Ş. bertek nîşanî biryara tehliyeyê dan û wiha gotin: “Bersûc dê biçe gund û li ber çavên malbatê bigere. Tu tevdîr nehatin girtin. Biryara tehliyeyê wijdana civakê diêşîne.”    Cerdevanê bi navê Bişar Atli li gundekî Elbak a Wanê jina bi navê M.Ş. revand û êrişa zayendî lê kir. Danişîna 3’yemîn a doza faîlê êrişa zayendî Atli ku ji sûcê “Êrişa zayendî” tê darizandin, li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat lidarxistin. Bersûc Bişar Atli yê girtî û parêzerê wî û parêzera M.Ş. Jiyan Ozkaplan tev li danişînê bûn. Her wiha Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komîsyona Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Jinan a Starê jî ji bo piştgiriyê tev li danişînê bûn.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî bersûc Atli parastina xwe kir. bersûc îdia kir ku “mexdûr e” û xwest bê teyliyekirin. Parêzera M.Ş., Ozkaplan jî got ku sûcê bersûc tespîtkirî ye û xwest bê cezakirin. Du şahidên dihat payîn ku şahidiya M.Ş. bikin tev li danişînê nebûn. Dozger, got ku qeydên TAPE’yê hatine lêkolînkirin û girtina çarçoveya dosyayê. Dozger, diyar kir ku sûcê bersûc Atli tespîtkirî ye û xwest rewşa girtî bidome.    Şandeya dadgehê dema girtîmayînê ya bersûc esas girt û ji bo bersûc Atli biryara tehliyeyê da.    Danişîna dozê taloqî 25’ê hezîranê hate kirin.    'FAÎL DÊ LI PÊŞ ÇAVÊN MALBATÊ BIGERE’    Pismamê M.Ş. yê bi navê M.T. piştî danişînê bertek nîşanî biryara tehliyeyê da û wiha got: “Em li benda teyliyeyê nebûn. Biryarekî bi vî rengî wijdana civakê diêşîne. Bi taybet jî mafên jinan tune tên hesibandin. Ev demekî dirêj e em têdikoşin. Tevî delîlên şênber jî hate tehliyekirin. Gotin ‘rizaya wê heye.’ Piştî tehliyeyê ev kes dê biçe gund û li pêş çavên malbatê bigere. Ev jî dê bi xwe re binpêkirineke din bîne. Piştî tehliyeyê tu tevdîr nehatin girtin.”    M.T. destnîşan kir ku di dema danişînê de gelek sazî û aktîvîstên jinan ew bi tenê nehiştine û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo faîl cezayê bigirin çi ji destê me bê em ê bikin. Ji bo mezinkirina piştevaniyê, em ê bi gelek saziyan re hevdîtinan biki. Dê têkoşîna me bidome.”