Ji girtiyên 1’ê Gulanê 3 jê hatin berdan 2024-05-30 16:41:03   STENBOL - Ji kesên bi hinceta tevlibûna çalakiya 1’ê Gulanê ya Stenbolê hatin girtin 3 jê hatin berdan.    Di 21’ê gulanê de li dijî kesên di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Stenbolê de ji Saraçhaneyê ber bi Taksîmê ve meşiyayîn operasyona binçavkirinê hatibû destpêkirin û 77 kes hatibûn girtin. Ji girtiyan, endamê Komeleya Ciwanên Şoreşger (DGD) Batuhan Yanar, endama Komeleya Gel a Demokratîk (HALK-DER) Oykum Bozbay û nûçegihanê Gazete Patîkayê Alî Kadîr Guler piştî îtîrazên hatine kirin hatin berdan.