Cenazeyên HPG’iyan bi roja ye li morgê tên sekinandin 2024-06-24 13:55:16   ŞIRNEX - Cenazeyên 4 endamên HPG’ê ku tê gotin li çoltarê Elkê jiyana xwe ji dest dane, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin. Malbatan gotin ku cenaze şewitîne û nayên naskirin.    Artêşa dewleta tirk li bejahiya gundê Melêsê, Hemka û Çiyayê Bermalê yên navçeya Elkê ya Şirnexê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Hat ragihandin ku di pevçûnên li herêmê de 4 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên HPG’iyan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û ev sê roj in li wir tên sekinandin. Malbatên ji bo teşhîskirina cenazeyan çûne morgê, diyar kirin ku cenaze şewitîne û nayên naskirin.    Di heman demê de malbatan gotin ku sarincên morgê nayên bikaranîn lewma bêhn ketiye cenazeyan. Malbatên ku ji bo cenazeyan ji navçeya Gever a Colemergê, Elkê û ji Rojhilatê Kurdistanê hatin Şirnexê, dê ji bo teşhîskirinê xwînê bidin.