Bêyî ku biryara dadgehê hebe ji bo hevşaredaran biryara qedexeya derve 2024-06-24 14:25:50   ENQERE - Hate zanîn ku bêyî ku biryara dadgehê hebe ji bo pasaporta 9 hevşaredarên DEM Partiyî re biryara tedbîrê hatiye dayîn.    Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî di daxuyaniya îro li Meclisê da de wiha got: “Ji bo dernekevin derveyî welat, li çavkaniyan negerin û têkiliyên navneteweyî pêş nexin, derheqê gelek hevşaredarên me de biryara qedexeya derketina derveyî welat hatiye dayîn.”   Hate zanîn ku ji bo 9 şaredaran biryara tedbîra li ser pasaportê hatiye wergirtin. Hate diyarkirin ku bêyî ku biryara dadgehê hebe li ser daxwaza Midûriyeta Giştî ya Polîsan a bi hinceta “ewlehiya giştî” biryara tedbîrê hatiye wergirtin. Biryar, ji aliyê walîtiyan ve ji hevşaredaran re hate ragihandin.    Hevşaredarên ku biryara tedbîrê dane ser pasaporta wan wiha ne: Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Hevşaredarê Pîranê Haci Akengîn, Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken, Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelîk, Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz, Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî, Hevşaredarê Artûklûyê Mehmet Alî Amak û Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz.