Tecrîda mutleq a li Îmraliyê di meha 40'emîn de ye 2024-06-25 09:05:56   STENBOL - Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 40'emîn. 561 serlêdanên di vê pêvajoyê de hatin kirin bê encam man.    Tecrîda mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê didome û agahînegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ket meha 40'emîn. Abdullah Ocalan herî dawî di 3'yê Adara 2020'î de rû bi rû hevdîtin bi malbata xwe re kir û herî dawî jî di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê hevdîtin kir. Ji wê rojê heya niha tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.    561 SERLÊDANA BÊ ENCAM MAN   Serlêdanên li dijî vê rewşa ku di lîteratûra hiqûqa navneteweyî de wekî "încommunîcado"yê tê binavkirin tên kirin an bêbersiv tên hiştin an jî bi hincetên cuda tên redkirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê 561 serlêdanên parêzer û malbatê hatine kirin. Serlêdan an bêbersiv hatine hiştin an jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" hatine redkirin.   SERLÊDAN Û ÇALAKÎ   Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî di nav de rêxistinên hiqûqî, di meha Hezîranê de serî li baroyên bajarên Amed, Mêrsîn, Riha, Wan û Enqereyê dabûn. Rêxistinên hiqûqî ji baroyan xwestin ku li dijî tecrîda Îmraliyê tevbigerin.   Nerazîbûn û çalakiyên li dijî tecrîda mutleq a li Îmraliyê li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî de ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de bi dirûşmeya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin, gelek çalakî tên lidarxistin.   Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê dorveger kirin. Girtiyan ji 4’ê Nîsanê ve çalakiya xwe ber bi asteke din ve birin. Girtî çûna dadgehan boykot dikin, hevdîtinê bi malbatên xwe re nakin. Xizmên girtiyan jî her hefte li gelek bajaran li ber girtîgehan û avahiyên AKP'ê tên cem hev.   Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çarçoveya çalakiya bi navê "Hezar jin, yek deng" di 19'ê Nîsanê de kampanyaya ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re şandina nameyan da destpêkirin. Jinan li welatên cuda heta niha 11 hezar name ji CPT'yê re şandine. Di 3’yê Hezîranê de li Almanyayê 95 kesên navdar û di 7’ê Hezîranê de jî li Fransayê 61 kes ji CPT’yê re name şandin. Di serlêdanan de hat xwestin ku heyeta CPT'yê biçe Girava Îmraliyê.   Di navbera 15 û 22’yê Hezîranê de bi navê “Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re” çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de fikrên Abdullah Ocalan hatin nirxandin.