Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye 2024-06-28 11:17:11 STENBOL - Seroka Komîteya Amadekar Saadet Firat diyar kir ku amadekariyên mitînga ku dê li dijî xespa vînê li dar bixin temam bûne û ev bang kir: “Ji bo em li dijî pêkanînên antîdemokratîk deng derxînin werin em bi herikin Qada Kartalê.”   Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî de bi destxist dê di 29’ê hezîranê de bi dirûşma “Ji bo ked û azadiya xwe em ê rê nedin qeyûm” dê saet di 19.00’an de li Qada Kartal a Stenbolê mitîngekê li dar bixin. Têkildarî mitîngê bi rojan e li kolanan, taxan û di serdanên dikandaran de belavok tên belavkirin û dê beşdarvan ji 39 navçeyan bi wesayîtan bên veguhestin.    BERNAMEYA MITÎNGÊ    Di mitîngê de dê metna çapemeniyê ya hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê bê xwendin. Pişt re dê Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe axaftinekê bike û wê tu kes din neaxivin. Di mitîngê de dê hunermend Onûr Akin, Grûp Adalilar û Arhat derkevin ser dikê.    Seroka Komîteya Amadekar Saadet Firan têkildarî amadekariyan ji ajansa me re axivî.    Firat da zanîn ku hemû amadekariyên mitîngê hatine temamkirin. Firat bi lêv kir ku ji bo mitîngê serî li walîtiyê dane û got: “Me duh avakirina dikê ya ji aliyê teknîkî ve temam kir. Ji bilî ewlehiya giştî bi sedan hevalên me yên dilxwaz dê di xebatên mitîngê de cih bigirin.”   BI KORTEJEKE MEZIN MEŞ DÊ BÊ LIDARXISTIN    Firat, diyar kir ku ji Herêmên Marmarayê yên din jî dê tev li bûn çêbibin û da zanîn ku roja mitîngê girse dê saet di 18.00’an de ji Rawestgeha Başakê ya li Kartalê bi kortejeke mezin ber bi qadê ve bimeşe. Firat, anî ziman ku herkes dê bi flama, reng û dengê xwe di nava korteje de cih bigire. Firat, anî ziman ku mitîng dê bi silavdayîna komîteya amadekar dest pê bike û bi xwendina metnê çapemeniyê berdewam bike û bi lêv kir ku Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe dê axaftinekê bike.    Firat, diyar kir ku weke Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li dijî xespa vînê ya qeyûm demekî dirêj e li qadan e û got: “Em polîtîkayên qeyûm û xespa vînê qebûl nakin. Em amade ne ku têkildarî vê her cure têkoşînê bidomînin. Ev mitîng, mitîngeke ku li dijî hemû pêkanînên antîdemokratîk ên li welat tê kirine. Li 39 navçeyên Stenbolê xebatên me didomin. Belavok tên belavkirin, serdana qehwexaneyan tê kirin, diçin parkan û bi gel re tên bahev. Dîsa diçin taxan û serdana malan dikin û bi jinan re hevdîtinên me çêbûn.”   ‘MITÎNGA AVAKIRINA JIYANA NÛ YA BI HEV RE’     Firat, bal kişand ku polîtîkayên qeyûm ne tenê meseleya şaredariyan e û destnîşan kir ku avakirina feraseteke talan û xespê ye û herkesê eleqedar dike. Firat, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helwesta hêzên demokrasiyê ya li dijî qeyûman di heman demê de li dijî hemû qadên weke kedxwarin, pirsgirêkên jin dijîn, krîza aboriyê û bihabûn, bêpêşeroj hiştina ciwanan bersivek e.”    Firat, anî ziman ku mitîng tê wateya avakirina jiyaneke nû ya bi hev re û herî dawî ev tişt gotin: “Banga me li her kesên li vî welatî dijîn û alîgirê demokrasiyê ne, wiha ye; Her kesên alîgirê demokrasî, azadiya ramanê û jiyana bi hev re divê beşdar bibin. Divê ev mitîng weke berdewama yekitî û hevpariye demeke didome were dîtin. Em li bendê ne ku tevlibûna mitîngê zêde bibe. Em careke din jinan, ciwanan hemû gelê me yê alîgirê jiyaneke weke mirovan e vedixwînin mitîngê.”   MA / Esra Solîn Dal