Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike 2024-06-28 11:45:23   ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê amadekariya lidarxistina 2’yemîn turnuvaya futbolê ya kevneşopî dike ku ji ber tayînkirina qeyuman 8 sal in navber dabû. Serlêdanên tîmên ku dê beşdarî turnuvayê bibin di 26'ê hezîranê de dest pê kirin.    Şaredariya Cizîrê amadekariya lidarxistina 2'yemîn turnuvaya futbolê ya kevneşopî dike. Şeredariya Cizîrê ku ji ber tayînkirina qeyûman ev 8 sal in navber dabû turnuvayê. Şaredarî bi armanca li dijî şerê taybet wê tûrnûvayê dîsa pêk bîne. Serlêdanên tûrnûvaya ku di 26'ê hezîranê de bi şîara "Ji bo civakek hawirdorparêz em li qada kesk in" dest pê kir wê heta 1'ê tîrmehê berdewam bike. Endama Meclisa Şaredariya Cizîrê Seher Kuçuk diyar kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet ew tûrnûvayeke bi vî rengî li dar dixin û bang li civanan kir ku beşdarî tûrnûvayê bibin.    Seher Kuçuk bi lêv kir ku ew li dijî qirêjeyan ji bo ciwanan ttûrnûvayekê li dar dixin û wiha got: “Di 8 salên ku şeredarî di destê qeyûman de bû ji bo ciwanan tu xebat nekirine. Ji ber vê yekê me jî xwest em xebata xwe ya yekemîn ji bo ciwanan bikin. Ji ber vê yekê me xwest tûrnûvaya futbolê ya kevneşopî ya ku me berê li dar dixist dîsa bidomînin. Ciwanên me jî eleqeyeke mezin didin tûrnûvayê. Serlêdanên me dê heta 1'ê tîrmehê berdewam bikin. Em bang li ciwanên xwe dikin ku bên beşdarî tûrnûvayê bibin."