Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin 2024-06-28 12:00:24   WAN - Hevseroka Şaredariya Wanê û hevserokên şaredariyên navçeyan civîna meclisê ya heftane li navçeya Şaxê li dar xistin.    Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û hevserokên şaredariyên navçeyên Wanê û endamên meclisên şaredariyan ên jin, li navçeya Şaxê ya Wanê civiyan. 14 hevserokên şaredariyên li Wanê û endamên meclisên şaredariyan û Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt beşdarî civînê bûn. Jinan ewilî li navçeyê serdana dikandaran kirin û li pirsgirêkên dikandaran û xelkê navçeyê guhdar kirin. Paşê jî çûn avahiya Şaredariya Şaxê û civîna xwe li dar xistin.    Di civînê de li ser pirsgirêkan axaftin hat kirin û pêşniyazên çareseriyê hatin kirin. Hevşaredar piştî civînê çûn Tesîsa Parzînkirina Ava Qirêj a Şaxê û lêkolînê kirin.