Provokatora li ber şaredariyê nas derket 2024-06-28 12:24:27 AMED - Derket holê ku yek ji provokatora li ber deriyê Şaredariya Rezanê Seroka Baskên Jinan a AKP’ê Guzel Kizoglû birayê xwe di şaredariyê de girtiye kar û wê bi xwe jî ji bo bibe midûra nivîsgeha taybet serî li wezaretê daye.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên têkildarî kesên di serdema qeyûm de bêyî ku bên şaredariyê mûçe digirtin û bi awayekî bêhiqûqî girtine kar didomîne. Di vê çarçoveyê de li Şaredariya Rezan a Amedê gelek kesên ku di sala 2019’an de Huseyîn Beyoglû yê AKP'yî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ew weke şaredar tayîn kir û ji ber bêhiqûqiyên wî doz lê hatibû vekirin ve girtibûn kar, ji kar hatin derxistin. Qismekî zêde yên van kesan ji rêveberên AKP’ê pêk tê.    Hin xebatkarên bankamatîkê yên ji şaredariyê hatin derxistin duh bi rêveberên AKP’î re di pêşengtiya Sendîkaya Kar a Xizmetê li ber baxçeyê şaredariyê hatin bahev. Di nava kesên ku bi sedan polîs pê re bûn de Seroka Baskên Jinan a Amedê Kizoglû jî cih girt.    HATE XWESTIN KU BIBE MIDÛRA NIVÎSGEHA TAYBET   Kizoglû ya ji aliyê rêveberiya DEM Partiyê ve ji kar hate derxistin, di serdema Huseyîn Beyoglû yê hate tayînkirin de weke meclisa şaredariya AKP’ê hatibû hilbijartin. Beyoglû, ji bo Kizoglû di şaredariyê de bike midûra nivîsgeha taybet di 12’ê kanûna 2023’yan de serî li Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê da. Beyoglû daxwaza “destûra tayînkirinê ya aşkere” kir. Di serlêdanê de hate gotin ku “Ji bo ku xebatên şaredariyê bênavber û bi awayekî bibandor bên kirin pêdivî bi tayînkirina qadroya Midûriyeta Nivîsgeha Taybet heye” û hate diyarkirin ku ji bo peywîrê jî “kesa guncav” Kizoglû ye.    BI BIRAYÊ WÊ RE GIRTIN KAR    Piştî ku bersiva wezaretê dereng ma, Kizoglûyê 17 roj berî hilbijartinê an ku di 14’ê adarê de ji endamtiya meclise îstîfa kir. Beyoglû bêyî ku li benda bersiva wezaretê bê mayîn li ser Personel A.Ş.’yê wergirtin kar.    Birayê Kizoglûyê, M. Kizoglû jî di serdema Beyoglû yê AKP’î girtibûn kar. Hate zanîn ku hêj birayê Kizoglûyê li Karên Fenê yên şaredariyê de dixebite.