Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike 2024-06-28 13:06:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Dengê Amerîkayê dîmenên noqteya kontrolê ya artêşa tirk li çoltarê Dihokê ava kirî kişand.    Ji rojnameya Dengê Amerîkayê Kawa Omer dîmenên noqteya kontrolê ya dewleta tirk li çoltarê bajarê Dihokê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ava kirî kişand. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku artêşa tirk li herêma di bin rêveberiya PDK’ê de kontrola nasnameyan kir. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk 35 km’an bi nav axa başûrê Kurdistanê ve çûye û bandoreke neyînî li ser şêniyên gundên herêmê dike.    Di heman demê de rojnameyê cih da belavokeke artêşa tirk li noqteya kontrolê belav kirî parve kir. Di belavoka bi kurdî û tirkî de artêşa tirk bi gotina “Di dema rêwîtiya we de em we didin sekinandin” avakirina noqteya kontrolê piştrast dike û banga hevkariyê li xelkê herêmê dike.