Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin 2024-06-28 13:29:05   AMED - Li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê, malbata nexweşekî êrişî tenduristvanan kir.    Nexweşê ku di Beşa Hematolojiyê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê de dihate dermankirin, ji ber rewşa wî nebaş bû û giran bû rakirina beşa lênerîna awarte. Nexweşê ku ji ber piştgiriya kêm a oksîjenê nekarî bêhnê bistîne û girêdayî bêhn negirtina kêm dilê wî sekinî û jiyana xwe ji dest da.    Piştî mirinê malbata nexweşî deriyê beşa lênerîna awarte şikand û êrişî personel û hemşîreyan kir. Di êrişê de personelên tenduristiyê û hemşîre bi awayekî sivik birîndar bûn.