Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike 2024-06-28 14:48:38 STENBOL - Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe dê li Stenbolê bi rêxistinên civaka sivîl û nûnertiyên partiyên siyasî re hevdîtinan bike.    Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê didomin. Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ku ji hêla endamên meclisa şaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate hilbijartin, dê sibe li Stenbolê çendek hevdîtinan bike. Ji meclisa Şaredariya Colemêrgê du kes, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û gelek partiyî dê bi Tekçe re tev li hevdîtinan bibin.    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê dê di 29’ê hezîranê de bi dirûşma “Ji bo ked û azadiya xwe em ê rê nedin qeyûm” li Qada Kartalê mitîngê li dar bixin. Hevşaredar Tekçe dê ji ewil biçe tev li mitîngê bibe. Tekçe dê di mitîngê de axaftineke bike.    DÊ BI ÇAPEMENIYA NETEWÎ Û NAVNETEWEYÎ RE BÊ GEL HEV   Tekçe û şandeya pê re dê di 30’ê hezîranê de bi çapemeniya neteweyî û navneteweyî re hevdîtinê bike. Di hevdîtinê de Tekçe dê pêvajoya hilbijartinê û xespkirina îradeyê vebêje û pirsên rojnamegeran bibersivîne. Tekçe dê piştî hevdîtinê bi hêzên ked û demokrasiyê re bê gel hev.    Di serdanê de dê were gotin ku polîtîkaya qeyûm ne tenê pirsgirêka Kurdistanê ye lê mîna di demên berê de Zanîngeha Bogazîçiyê, pirsgirêkeke “rejîmê” ye û her kesî digire nav xwe.