Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’ 2024-06-28 15:25:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew dikarin bi Beşar Esad re pêwendiyan danin û got: “Ka em çawa bi hev re tevgeriyabin, em ê niha jî bi hev re tevbigerin.”    Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî nimêja înê daxuyanî da. Rojnamegeran gotinên Beşar Esad bi bîr xistin û pirsa “Gelo dê têkiliyên dîplomatîk dîsa bên pêşxistin?” ji Erdogan hate kirin. Erdogan jî got: “Ji bo ev têkilî neyên danîn tu sedem nînin. Em û Sûriye di demên berê de çawa bi hev re tevgeriyabin, dê niha jî bi hev re tevbigerin.” Erdogan, îdia kir ku derdekî wan ê ku xwe tevî karên hundir ên Sûriyeyê bikin tune ye. Erdogan ku heta demekî nêz berê ji Beşar Esad re digot “Eset” îcar gotina “birêz” bi kar anî û ev tişt anî ziman: “Di demên berê de hevdîtin çêbûn û dibe ku careke çêbibin.”