Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin 2024-06-30 15:47:07 ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajar 14 herêm weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” hatine ragihandin.    Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku li navenda Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopiya, Elkê, Qileban û Basayê 14 herêm ji bo 15 rojan weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” hatiye îlankirin.    Herêma Bestayê ya girêdayî navenda Şirnexê, Çiyayê Gabarê yê di navbera navend û navçeya Basayê de, Çiyayê Cûdî yê di navbera Silopiya û Cizîrê de, Çiyayê Kêla Memê yê Qilebanê, Çiyayê Kato, Tehtareş û 8 herêmên din ên navçeya Elkê ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku qedexe di 1’ê tîrmehê de dest pê dike û dê di 15’ê tîrmehê de bi dawî bibe.