Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz 2024-06-30 16:07:42 RIHA - Ji ber ku Mehmet Nacî Yilmaz lihevkirina polîsê bi navê G.L. a “20 hezar lîreyan bexşê ji bo Komeleya Şehîd Gaziyan bike” qebûl nekir, du caran cezayê wî hat zêdekirin û salek û 10 meh û 15 roj cezayê hefsê lê hate birîn.  Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Serêkaniyê ya Rihayê li dijî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dabû û Mehmet Nacî Yilmaz (30) hatibû binçavkirin. Cezayê hefsê li Yilmaz hate birîn. Daxuyanî di 27’ê kanûna 2023’yan de hate dayîn û derheqê Yilmaz de bi îdiayên “Ji bo nehêle polîs peywira xwe pêk bînin li ber xwe daye” û “Bi qesdî birîndar kiriye” lêpirsîn hate destpêkirin.    Polîsê bi navê G.L. bi îdiaya “tiliya min şikandiye” giliyê Yilmaz kiribû û dozgeriyê xwest polîs û Yilmaz lihev bîne. Di vê çarçoveyê de dosya şand cem navbeynkaran. Lê belê G.L. diyar kir ku ji bo giliyê xwe paşve bikişîne û lihev bike, divê Yilmaz 20 hezar TL’an bexşî Komeleya Şehîd û Gaziyan bike. Lê Yilmaz ev şert red kir û giliyê polîsî veguherî lêpirsînê. Doz, li Dadgeha Cezayên Giştî hat lidarxistin û di 11’ê hezîranê de biryar hate dayîn.    CEZA DU CARAN HAT ZÊDEKIRIN   Dadgehê bi heman îdiayên li jor salek ceza da Yilmaz. Dadgehê piştre jî bi hinceta ku G.L. memûr e cezayê Yilmaz derxist salek û 6 mehan. Dadgeha ku bi vê jî bisînor nema, îdia kir ku bi şikandina tiliya G.L. re di asta navîn de bandor li jiyana wî kiriye û dîsa cezayê Yilmaz zêde kir. Îcar jî cezayê Yilmaz derxist salek û 10 meh û 15 rojan. Dadgehê, ceza taloq nekir.    Di biryara bihincet a dozê de hat gotin ku Yilmaz bi sedema “Min çi sûc nekirine”, şertê bexşê yê polîsî red kiriye. Her wiha di biryarê de hat gotin ku di tevahiya dozê de Yilmaz qet poşmantiya xwe nîşan nedaye lewma cezayê wî nehatiye daxistin.    Parêzerê Yilmaz, bi daxwaza betalkirina cezayê Yilmaz ji bo îstînafê serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê da.    MA / Emrûllah Acar