Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ 2024-06-30 16:43:35 STENBOL - Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Malbatan diyar kirin ku heta tecrîd tê rakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.    Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û xizmên girtiyan di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin.    'EM Ê HER HEFTEYÊ LI VIR BIN’   Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez di çalakiyê de axivî û got ku heta tecrîd tê rakirin dê çalakî û xwepêşandanên xwe bidomînin. Sonmez, wiha got: “Li dijî tiştên li girtîgehan diqewmin, ji bo şikandina tecrîdê em ê mîna her hefteyê li vir çalakiya xwe ya rûniştinê li dar bixin.”    Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.