Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin 2024-06-30 17:53:29   WAN - Jin li Wanê ji bo balê bikişînin ser texrîbata xwezayê meş li dar xistin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo balê bikişîne ser texrîbata xwezayê, li gundê Arpêta navçeya Westanê meşa xwezayê li dar xist. Di meşa hevşaredarên jin jî tev li bûne de pankarta “Em ji bo jiyanek ekolojîk dimeşin” hate vekirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal piştî meşê axivî û ev tişt gotin: “Erdnîgariya me pir dewlemend û xweşik e. Lê belê bi polîtîkayên zanebûn, dixwazin vê erdnîgariyê tune bikin. Derdekî me yê parastina xwezayê heye. Em neçar in ku xwedî li vê dewlemendiyê derkevin, biparêzin û hevsengiya xwezayê pêk bînin. Ji ber heke xweza nebe dê em jî nebin. Em perçeyekî xwezayê ne.” Piştre Seroka Daîreya Guherîna Avhewa û Sifir Bermahiyên Hişk Elîf Firat jî anî ziman ku krîza avhewayê di tevahiya cîhanê de hatiye qebûlkirin. Herî dawî xebatkara tenduristiyê Fatma Arlan derbarê penceşêra bersingan û tevdîrên pêşilêgirtinê de axivî. Piştî nirxandinên hatine kirin, çalaki bi dawî bû.