Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû 2024-06-30 18:23:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Filîstînê de hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû.   Îsraîl di 7’ê cotmeha 2023’yan de li dijî Şirîda Xezayê êriş dan destpêkirin. Di êrişên rojekê de herî km 43 filîstînî din jiyana xwe ji dest dan û 111 kes jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê hejmara filîstiniyan derket 37 hezar û 877 kesan.    Wezaretê daxuyand ku gelek cenaze di bin kavilan de û li rexê riyan in û diyar kir ku ji ber astengkirina Îsraîlê ew nikarin xwe bigihînin cenazeyan.    DÊ SOTEMENÎ DI NAVA 48 SAETAN DE BI DAWÎ BIBE    Wezareta Tenduristiyê daxuyand ku ji ber êrişên Îsraîlê dê sotemeniya di destê wan de xelas bûye û anî ziman ku ew ê ji ber vê yeke xebatên xwe yên stasyonên oksîjenê bi dawî bikin. Hat gotin ku ji ber Îsraîl nahêle sotemenî bikeve li qadê, jeneratorên dixebitin, bêyî sotemenî bimînin. Di daxuyaniyê de banga hestiyariyê ji hemû saziyên navneteweyî û parastvanên mafên mirovan hat kirin ku ji wan re perçeyên jeneratoran ên hewce û sotemeniyê bistînin.