Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan 2024-07-02 14:14:09   COLEMÊRG - Çawişên pispor ên li Çelê du zarokên keç tacîz kirin, piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan.    Di roja dawî ya “Mîhrîcana Foto Safarî û Sporên Xwezayî ya Çelê” de konser hat li darxistin. Mîhrîcan ji hêla Walîtiya Colemêrgê ve hat organîzekirin û li navçeya Çelê hat lidarxistin. Di konserê de çawişên pispor du zarokên keç ên temenê wan 16-17 tacîz kirin. Dema xelkê navçeyê bi rewşê zanîn, mudaxileyî çawişên pispor kirin. Di vê navberê de faîlên tacîzê hatin derbkirin û rakirin nexweşxaneyê. Gelek malbatan têkildarî bûyerê gilî kirin. Piştî tedawiya li nexweşxaneyê, ji 5 çawişên pispor 2 jê li ser giliyê gel hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku çawişên pispor piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan. Hat zanîn ku çawişên pispor giliyê ciwanên mudaxile kiribûn kirin.