Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne 2024-07-24 12:33:30 ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan got ku dîmenê ciwanên kurd ê li Mêrsînê dema govendê digerînin û dirûşman berz dikin dîmeneke kevn e û wiha got: “Li gorî darazê gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne.”    Li Mêrsînê dema ciwanên kurd li ber behrê govend digerandin û dirûşm berz dikirin dîmenên wan hatn kişandin û ji ber van dîmenan hatin binçavkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Alî Bozan têkildarî tiştên piştî bûyerê qewimîn li Meclisê daxuyanî da. Bozan, da zanîn ku ciwan hedef hatine nîşandan, lêpirsîn hatiye destpêkirin û di serdegirtinên malan de 9 ciwan hatine binçavkirin.    ‘DESTANA QEHREMANTIYÊ YA ÇI YE?’   Bozan, da zanîn ku tîmên taybet û polîsên TEM’ê tevî droneyan bi ser malên ciwanan de girtine û bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya da ku ev dîmen parve kir. Bozan, wiha got: “Ev dîmene di dema Cejna Qurbanê de hatiye kişandin. Gelo haye we jê heye birêz wezîr? Çi bû ku we hewcehî pê dît ku li ser dîmenê di Cejna Qurbanê de hatiye kişandin destana qehremantiyê binivîsin?”    BIRYARÊN DADGEHÊ BI BÎR XIST   Bozan, diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Bilind di biryarên xwe de gotine ku dirûşma “Bijî Serok Apo” sûc nîne û wiha pê de çû: “Lê tevî vê yekê jî ev ciwan hatin binçavkirin û wezîr jî dîmen parve kir. Heke haya we ji van biryaran nebe ez ê ji we re bişînim. Hûn jî dizanin ku li vî welatî ‘pêvajoyeke çareseriyê’ çêbû. Hûn hêj ecemî ne haya we jê nîne. Wê demê em bi bîr bixin. Wê demê Erdogan got; ‘Ew hevalê bi PKK’ê re hevdîtinê dike min şand. Yên ku pirsgirêka wan heye bila ji min re bibêjin.’ Cîgirê Serokwezîr ê wê demê Yalçin Akdogan got; ‘Qebîliyeta xwendiya bûyeran a Ocalan heye û xwedî tecrube ye. Ew, aktorê nû yê herêmê ye.’ Birêz wezîr ev der girîng e û baş lê guhdar bikin. Cîgirê Serokwezîr ê demê Bulent Arinç jî got; ‘Bi saya me êdî gotina birêz Ocalan û vekirina ala PKK’ê sûc nîne.’ Binêrin ev der jî girîng e; wezîrê dewletê yê demê Beşîr Atalay digot; ‘Abdullah Ocalan rêberê kurdan e. Peyamên wî fikrên me jî ne.’     ‘TIŞTA SÛC ÇI YE?’   We çi destaneke qehremaniyê ya mezin nivîsandiye! Em careke din dibêjin; li gorî Dadgeha Bilind, AYM û DMME’yê gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne. Wê demê tişta dibe sûc çi ye? Strana ‘Ez bimrim Tirkiyeya min’ bi ciwanan didin guhdarîkirin û ya ku sûc ev e. Qeydkirin û parvekirina vê sûc e. We li Mêrsînê bi awayekî organîzeyî îşkenceya psîkolojîk li ciwanên kurd kir. Bi parvekirina dîmenên berê re hûn çi plan dikin? Werin wan li gorî hiqûqa rasteqîn tevbigerin û dev ji sorkirina cihêkariyê berdin. Gava ewil jî berdana wan ciwanan e.    TECRÎDÊ RAKIN    Lê gava esasî ya divê were avêtin, rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û hevdîtin in. Em careke din bang dikin ku pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin.”