Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd 2024-07-24 12:38:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd û parastvana mafên jinan Peşxan Ezîzî.    Di danişîna doza rojnameger, pispora xizmetên civakî û parastvana mafên jinan a kurd Pexşan Ezîzî ya duh li Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat lidarxistin de bi îdiaya “endamtiya komên li dijî hikûmeta îslamî serhildana çekdarî dane destpêkirin û pêşengên wê tev li serhildanê bûn” cezayê îdamê lê birî.    Li dijî vê biryarê mafê Ezîzî heye ku li dadgeha bilind îtîrazê bike.    ÇI BÛBÛ?    Pexşan Ezîzî di 4’ê tebaxa 2023’an de ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve li bajarokê Herazî yê Tehranê hate binçavkirin, di 11’ê kanuna 2023’yan de hate girtin û sewqî qawîşa hejmar 209 a girtîgeha Evînê ku weke navenda binçavkirina wezareta Îstixbaratê tê zanîn kirin. Pexşan Ezîzî nêzî 4 mehan di pêvajoya binçavkirinê de rastî îşkenceya giran û sîstematîk hat. Ji hemû mafên xwe yê bingehîn bêpar hate hiştin. Ezîzî dema ku girtî, ji mafê darizandinê û ev demek dirêje jî hevdîtina bi malbat û parêzerên xwere bêpar hate hiştin. Hate diyarkirin ku piştî ku rojnamevan hate binçavkirin endamên malbata wê jî hatine binçavkirin û piştî lêpirsînê hatine berdan.   Pexşan Ezîzî berê jî bi hinceta ku beşdarî protestoyên li dijî darvekirina xwendevanên kurd li Tehranê bûye di 16’ê mijdara 2009’an de hatibû girtin, piştî 4 mehan hate girtin, di 19’ê Adara 2010’an de bi kefaleta 100 milyon Tumen hate berdan. Piştî tehliyeya wê ji bo lêkolînkirina jiyana jinên li Kurdistanê xwebat da meşandin.   Pexşan Ezîzî herî dawî di nameya ji Girtîgeha Evînê ku lê dima, îşkenceyên lê hatine kirin anî ziman û banga bilindkirina têkoşînê kiribû.   Hêjayî gotinêye ku di nava mehekê de rejîma Îranê cezayê ‘darvekirinê’ da du aktivîstên jin ên siyasî. Di 4’ê tîrmehê de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi îdeaya ‘li dijî rejîma Îranê serhildana bi çek’ cezayê davekirinê li parêzvana mafê jinan Şerîfe Muhammedî birîbû.  Li dijî cezayê darvekirinê ji gelek qadan bertek hatin, kampanya hatin destpêkirin.