Îpek Bakirhan hate definkirin 2024-07-24 14:19:48   QERS - Dayika Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Îpek Bakirhan li Qersê hate definkirin.    Dayika Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Îpek Bakirhan duh ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Bakirhan îro li Qersê piştî hate definkirin. Piştî wecîbeyên olî, cenaze li Goristana Paşaçayirê hate definkirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, gelek parlamener, hevşaredar, nûnerên rêxistina civaka sivîl û welatî tev li merasîma definkirinê bûn.    Piştî definkirina cenazeyê, li Mala Şînê ya Taxa Paşaçayirê şîn hate danîn. Bakirhan dê sê rojan li vir sersaxiyan qebûl bike.