DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir 2024-07-24 16:07:57   SEMSÛR - DEM Partiyê li dijî girtina Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn îtîraz kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî girtina Hevserokê Navçeya Navendî ya Semsûrê parêzer Yûsûf Ozperçîn îtîraz kir. Ozperçîn, di 20’ê tîrmehê de hate girtin û bi îdiayên “Daxuyaniyên li dijî dewletê” û “Propagandaya rêxistinê” hat sûcdarkirin.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter, şaxên OHD’ê yên Amed û Rihayê û Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol daxwaznameya îtîrazê radest kirin û piştre jî li pêşiya Edliyeya Semsûrê daxuyanî dan. Rêveberên DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), gelek parêzerên Baroya Semsûrê û welatî tev li bûn.    BILA WERE BERDAN    Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkun got ku Ozperçîn di serê sibehê de hatiye binçavkirin û di heman rojê de biryara girtinê hatiye dayîn. Coşkun, diyar kir ku biryara girtinê biryareke siyasî ye û wiha pê de çû: “Kesekê her roj diçe edliyeyê û tev li danişînan dibe bi hinceta ‘gumana revê’ girtin. Ev ne biryareke hiqûqî ye. Bila hempîşeyê me tavilê were berdan. Hewl didin xebatên partiyê terorîze bikin lê em ê destûrê nedin. Ji ber çendek gotinên di metna daxuyaniyê de hevalê me hatiye darizandin. Biryareke siyasî ye. Divê tavilê ev derhiqûqtiye were bidawîkirin û hevalê me were berdan.”    Daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû. Şandeya daxwaznameya îtîrazê radest kirî, ji bo hevdîtina bi cîgirê serok re derbasî Baroya Semsûrê bû.