Li Efrînê 3 kes hatin revandin 2024-07-24 16:29:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku li Efrîna di bin kontrola Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayîn wê de, 3 Efrînî hatin revandin.   Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku îstixbarata Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê di 22`yê Tîrmehê de şêniyê bi navê Mihemed Omer Bin Seîd (43) ê ji gundê Xelnêrê yê Efrînê revandine.   Hat diyarkirin ku Mihemed Omer ji Lubnanê vegeriyabû û daxwaza mala xwe ya li bajarê Efrînê kiribû ku çeteyekî ji başûrê Helebê dest daniye ser.   Her wiha çeteyên "Ehrar El Şerqiye" roja sêşemê (16`ê Tîrmehê) şêniyê bi navê Ciwan Ebdulhenan Silêman (35) ê ji gundê Eyn Hecerê yê bajarê Mabetayê ye revand û radestî çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên li bajarokê Bilbilê kirin.   Çeteyên "Polîsên Leşkerî" di 21`ê tîrmehê de şêniyê bi navê Ciwan Hemîd Horo (42) yê ji gundê Ûka yê bajarokê Bilbilê ye revandibû û ji bo ku wî berdin, 5 hezar dolar fîdye ji malbata wî xwestibû.