Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin 2024-07-24 19:20:39 ENQERE - Parlamenterê AKP’ê Adil Karaîsmaîloglû, li Meclisê kulm li parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan xist.  Wezîrê Veguhestinê yê Berê û parlamenterê AKP’ê yê Trabzonê Adil Karaîsmaîloglû, li Lijneya Giştî ya Meclisê êrişî parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan kir.    Bozan ê têkildarî pêşniyazpirsa ku Partiya Îyî pêşkeşî Meclisê kir, li ser kursiyê axivî, bal kişand ser nelirêtiyên AKP’ê kirî wiha got: “Mijara me bac e. Bacên ku we li berîka xizan, kedkar û teqawîdan bar kirî biborînin ên we ji berîka wan dizî. Mînak hûn karkerek an kedkarek in. Hûn çûn bankayê û we mûçeyê xwe girt. Wê navberê kesek bi paş ve hat û mûçeyê we dizî. Beşeke wî ya mezin dizî. Heke rewşeke wiha biqewime hûn ê çi bikin? Ewilî hûn ê biqîrin bêjin diz heye, diz heye. Hûn ê giliyê vî dizî bikin. Ev tişta ez dibêjim TUÎK bi saya AKP’ê her meh birêkûpêk dike.”   HEQARET KIR     Bozan, wiha domand: “Ez dixwazin li ser navê van kedkaran bêjim ‘diz heye, diz heye’. AKP diziyê dike, AKP diziyê dike.” Di vê navberê de AKP’iyan ji Bozan re gotin “bêterbiye” û heqaret lê kirin. Bozan jî bi gotina “Bêterbiye jî bêexlaq jî hûn in” bertek nîşanî wan da. AKP’iyan bi ser Bozanê li kursiyê ve meşiyan.    Dema Bozan diaxivî, AKP’iyan kursî dagir kir. Di vê navberê de Karaîsmaîloglû kulm li Bozan xist.     Piştî êrişî navber dan lijneya giştî.