Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin 2024-07-24 20:14:34   DENÎZLÎ - Li Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê ya li navçeya Honazê qismekî girtiyên ji ber xwarinê jehrî bûn rakirin nexweşxaneyê. Malbatên ku xwestin ji zarokên xwe agahiyê wergirin çûn ber deriyê nexweşxaneyê.    Li Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê ya li navçeya Honaz a Denîzliyê hin girtî duh piştî nîvro ji ber xwarinê jehrî bûn. Qismekî girtiyên ji ber xwarinê jehrî bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê. Malbatên ku xwestin ji zarokên xwe agahiyê wergirin çûn ber deriyê nexweşxaneyê. Malbatên ku gotin ne ji girtîgehê ne jî ji dozgeriyê nikarin agahiyan wergirin bertek nîşanî rewşê dan.    ‘KESEKÎ KU REWŞA WÎ XERAB NÎNE’     Li aliyê din parlamentera CHP’ê ya Denîzliyê Gulîzar Bîçer Karaca li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku têkildarî mijarê bi Serdozgerê Komarê yê Denîzliyê Ahmet Ataman re hevdîtin kiriye û dozger derbarê bûyerê de ew agahdar kiriye. Karaca da zanîn ku li Girtîgehên Tîpa D û Tîpa T nêzî 2100 girtî û hikumxwarî hene û got: “Duh bi şev di weqayên ku weke jehrîbûna ji ber xwarinê tên bilêvkirin de ji sedî 95’ê girtiyên bi bandor bûne li ser piyan hatine dermankirin, 3 girtî sewqî nexweşxaneyê hatine kirin û piştî mudaxileya hatiye kirin rewşa wan a tenduristiyê baş e. Xwarina pê jehrî bûne ji aliyê girtî û hikumxwaran ve hatiye çêkirin ne ji derve hatiye xwestin. Ji xwarinê hin nimûne ji laboratuwara Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr re hatine şandin û heta roja înê dê bi encam bibin ez ê encaman bi we re parve bikim. Heta niha girtiyekî ku rewşa wî ya tenduristiyê xerab an jî li nexweşxaneyê tê dermankirin nîne.”   ‘EZ Ê BIBIM ŞOPDARÊ BÛYERÊ’     Karaca diyar kir ku têkildarî bûyerê bi sazî û rayedarên cemaweriyê re di têkiliyê de ye û destnîşan kir ku dê bibe şopdara bûyerê.