Şewata li Depê hate kontrolkirin 2024-07-24 21:54:08 XARPÊT - Şewata di saetên serê sibê de li navçeya Depê derket hate kontrolkirin.    Şewata di saetên serê sibê de li gundê Bagliagaç ê girêdayî navçeya Depê ya Xarpêtê derket, hate kontrolkirin. Şewat bi bandora bayê belavî gundên Demîrtepe, Bahçecîk, Yenîkopru û Gozerekê bûn. Tîmên agirkujiyê yê şaredariya Depê, tîmenên kargehên daristanan û gundiyan şewat xistin bin kontrola xwe. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dan qadeke 64 hezar hektarî zirar dît.